Önder Beyter
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Li Agiriyê ji ber mij û xumamê geştên balafirê yên AnadoluJetê yên Enqere-Agiriyê ji herdu aliyan va jî nehatin kirin.
Li bajêr mij û xumama ku bi şev dest pê kir û destê sibehê jî tesîra xwe zêde kir, mesafeya dîtinê berjêrî heya 30 mêtreyî kir.
Ji ber mij û xumamê geştên balafirê yên AnadoluJetê yên ji balafirgehên Ankara Esenboga bo Balafirgeha Agirî Ehmedê Xanî ji herdu aliyan va hatin betalkirin.
Ji aliyekî din va jî li navenda bajêr û dewrûberê ajokarên li ser rê ji ber kêmbûna mesafeya dîtinê zehmetî kişandin.
- "Em li hêviya havînê bûn, lê zivistanê dirêj kir"
Li bajêr ji ber sir û sermayê av û çem qerimîn, daran qiravî girt û herwiha germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvan.
Xelkê bajêr Guven Akbay diyar kir ku li rojava hewa xweş bûye, lêbelê li Agiriyê hê jî sir û serma dewam dike.
Akbay diyar kir, bihara ku ew li bendê ne, nayê û wiha dewam kir, "Mij û xumameke zêde heye. Însan nikarin hevdu bibînin. Em li hêviya havînê bûn, lê zivistanê dirêj kir. Par vê demê berf tunebû. Ez qasek berê ji gund hatim, hewa gelekî sar bû."