Şükrü Gündüz
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 14 Sibat 2023
Balafira Artêşa Tirkiyeyê ya ku tê da 49 birîndar û 25 refeqatvan hebû ji Edeneyê hat Stenbolê.
Piştî erdheja mezinahiya wan 7,7 û 7,6 û navend Meraş e birîndarên ji binê kavilan hatine derxistin neqlî Stenbolê dikin.
Balafira eskerî ya ku tîpa wê C-130 ye 49 birîndar û 25 kesên refeqata wan dikin hilda û dora saet 04.10î da gihîşt Balafirgeha Ataturkê.
Xdebatkarên tenduristiyê û eskeran bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyê.