Buğrahan Ayhan
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Prof. Dr. Bayram Ali Ersoyê Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) ragihand ku encamên Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) yên 2026an li ser malpera înternetê "https://ykssonuc.osym.gov.tr/"yê vebûn.
Ersoy der heqê encamên YKSya 2026an da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Ersoy bal kişand ku kelecana bendamayîna ji bo encamên ezmûnê ji îro û pê va bi dawî bû û wiha dewam kir, "Me encamên YKSyê ragihandin ku qedera 2,5 milyon namzedî serî lê da, bi xêr be. Hûn dikarin encamên ezmûnê li ser lînka malpera me 'https://ykssonuc.osym.gov.tr/' hîn bibin. Tercihên 2026-YKSyê di navbera 29ê Tîrmehê-10ê Tebaxê da dê bên kirin."