Elif Orhan
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku armanca êrîşên ser Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê bidestxistina Îdlibê ye û got ku "Ev gelekî xeternak e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek."
Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve Heîko Maas li Ankara Palasê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Çavuşoglu li ser pirsekî der barê rewşa dawîn a li Îdlibê de diyar kir ku ji roja ku îhtimala êrîşê derket vir ve Tirkiye gelekî hewl dide.
Herwiha Çavuşoglu da zanîn ku di van demên dawîn de jî ji bo nehêlin ku rejima li Sûriyeyê agirbestê îxlal neke û êrîşên ser Îdlibê birawestînin gelekî hewl tê dayîn û destnîşan kir ku li Astanayê 4 herêmên kêmkirina rageşiyê diyar kirin lê belê ji vana ya dawîn Îdlib e.
Çavuşoglu got ku "Eşkere ye ku rejim dixwaze ku êrîşê Îdlibê bike û vê derê bi dest bixe. Lê xerantorê rejimê hene, Rûsya û Îran. Em têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re didomînin."
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu qal kir ku bi wezaretên parastinê, yekîneyên îstixbaratê û asta wezareta karên derve de bi Îran û Rûsyayê re hevdîtin tên kirin û wiha axivî:
"Bila vir kes tu kesî nexapîne. Em wekî hev difikirin ku divê komên radîkal ên wir ji vir bên derxistin an jî bên belavkirin. Lê belê armanca van êrîşan bidestxistina Îdlibê ye. Ev xetereyeke gelekî mezin e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek. Ji aliyê ewlehiyê ve jî ji aliyê mirovî ve jî. Tirkiyeyê ew komên radîkal, komên terorîst nebirin wir. Heke em dijî van koman bin wê demê ji Helebê, Xutaya Rojhilatê, ji Xumusê heta ji başûr çima me ev komên terorîst anîn Îdlibê? An jî me çima korîdor vekir û destûr da ku ew bi çekên xwe bên vir? Ji serî ve plan diyar bû: "Ev kom dê biçin wir, pişt re dê bikin hincet ku ew kom wir in û ji bo bidestxistina van deran êrîş bike."
Çavuşoglu da zanîn ku ji aliyê ewlehî û mirovahiyê ve divê her kes helwesteke diyar nîşan bide û eşkere kir ku Tirkiye bi taybetî mitefîq di vê mijarê de li bendê ye ku pêngavên berbiçav bên avêtin.
Wezîr Çavuşoglu da zanîn ku piştî êrîşê bi welatên eleqedar re hevdîtin kirin û wiha axivî: "Piştî êrîşê jî di navbera saziyên me yên eleqedar de têkilî çêbûn û me bi awayekî eşkere ragihand Rûsyayê ku ev êrîş şaş in."