Önder Beyter
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Şanliurfaya ku bi taybetiyên xwe yên dîrokî û çandî derkdikeve pêş, bi 13 muzeyên xwe yên tematîk va dixwaze potansiyela turîzma xwe mezintir bike.
Bajarê Şanliurfayê ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rawestgeheke girîng a çand û dîrokê ye û ev hezar sal in bûye landika şaristaniyên cuda, tu dibêjî qey muzeyeke servekirî ye.
Li bajarê Şanliurfayê ku her sal bi hezaran turîstên biyanî û xumalî diezimîne, ji arkeolojiyê heya mozaîkê ji metbexê heya muzîkê li pey hev muzeyên tematîk vedibin ku ev yek jî nav û dengê bajêr zêdetir belav dike.
Li bajêr herî zêde Kompleksa Muzeyê ya Şanliurfayê ku nasnavê wê "Muzeya herî mezin a Tirkiyeyê" ye, eleqeyê dibîne. Li vê kompleksê turîst dikarin li 70 hezar berhemî mêze bikin û di dîroka mirovatiyê da derkevin geştekê.
Li vî bajarê ku gelek bestekar û hunermendên saz û awazê jê derketine, bi navê muzîkjenên navdar Îbrahîm Tatlises û Muslum Gurses muze hatine avakirin û li van muzeyan jî alav û hacetên muzîkê, plak û kaset tên nîşandan.
Bi heman awayî li bajêr Muzeya Rizgariyê jî heye ku li vê derê alav û amûrên cengê ku di şerê rizgariya bajêr ya ji dagirkeriya dijmin da hatine emilandin, tên nîşandan.
Li vî bajarê ku mirovên wê ji zikê xwe hez dikin, Muzeya Metbexê jî hatiye avakirin da ku tam û çêjên bajêr bên nasandin.
Dîsa li bajêr xebatên vekirina Muzeya Dîroka Pêxemberan û Muzeya Çandiniyê jî bênavber dewam dikin û ev muze wê çendekê şûnda vebin û ziyaretvan dê bikaribin van muzeyan jî ziyaret bikin.
Muzeya Çapemeniyê ya Şanliurfayê û Muzeya Tesewifê ku xebata wan a projeyê kuta bûye, dê çend meh şûnda vebin.
Şaredarê Bajarê Mezin Şanliurfayê Nîhat Çîftçî ji peyamnêrê AAyê ra got ku li bajarê ku xwedî bedewiyên çandî û dîrokî ne, potansiyeleke mezin a turîzmê heye.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Parêzgehê Aydin Aslan jî diyar kir ku li bajêr 13 muze hene û herwiha ji bo ku li bajêr muzeyên nû jî vebin, xebat tên kirin.