Abdullah Tel
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo Civîna Îslamê ya Derasayî ku wê sibê li Stenbolê bi beşdariya serokên hikûmet û dewletên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî ne va bê lidarxistin got: "Di civînê da ji bona dewletên Îslamê doza Filistîn û Qudsê biparêzin û bi gel û dewleta Filistînê ra di nav hevkariyê da bin helwest û gavên ku hewce dikin wê bên gotûbêjkirin."
Kalin ji bo Civîna Îslamê ya Derasayî ku li Stenbolê wê bê kirin daxuyaniyeke nivîskî da.
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir ku Civîna Îslamê ya Derasayî bi mazûvaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibê ji ber biryara Amerîkayê ya ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê barkir Qudsê û Îsraîl a di çalakiyên protestokirinê da Filistîniyên mesûm qir kir wê li Stenbolê bê kirin.
Kalin der heqê mijarê da got: "Meseleya dagirkeriya Îsraîlê û meseleya Filistînê tenê meseleya dewletên Misilman nîne, meseleya her kesî ye ku ji hiqûq û edaletê bawer dikin. Di civînê da gavên ku ji bona zilm û zexta li Filistînê bi dawî bibe û civaka navnetewyî bikeve dewrê jî wê bên gotûbêjkirin."
Civîn wê bi beşdariya serokên hikûmet û dewletên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî va dest pê bike.