Önder Beyter
26 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
MUŞ
Li Mûşê li baxçeyên çîlekan ku di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" a ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Mûşê piştgiriyê didê da li ser 250 donim erdî hatibûn ajotin, dema qetandin û berhevkirinê dest pê kir.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Mehmet Aydin di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li bajêr hilberîna çîlekan zûzû belav dibe.
Aydin bal kişand ku bi piştgiriya midûriyetê, 240 cotkarî li ser 250 donim erdî baxçeyên xwe yên çîlekan danîn û wiha dewam kir, "Li parêzgeha me ji bo ku rê li koçkirinê were girtin û herwiha piştgiriya aboriya malbatê were kirin, qadeke pir sûdmend hat damezirandin. Li parêzgeha me çîlek, ji aliyê demsalê va berhemeke pir guncav e. Ji ber hindê jî cotkarên me ji bera çîlekan pir xweş in. Ji ber ku serê donimê 4 an jî 5 ton ber tê."
- "Ji bo aboriya bajêr dê 5 milyon lire pere piştgiriya wê çêbe"
Aydin bal kişand ku di firotina çîlekan da pirsgirêk dernakeve û wiha dewam kir:
"Cotkarên me xwe bi taleba çîlekan ra nagihînin. Li gorî qalîteya wê, kîloya çîlekan bi awayekî komî bi 5 an jî 6 lireyî tê firotin. Berhemê ku tê qetandin, di heman rojê da jî tê firotin. Em heta dawiya meha mijdarê çîlekan diqetînin û berhev dikin. Em texmîn dikin ku li parêzgeha me dê hezar ton çîlek were hildan. Wate, dê ji bo aboriya bajêr, 5 milyon lire pere piştgiriya wê çêbe."
Hilberîner Îsmet Çaldir jî diyar kir ku ev cara yekemîn e ku ew, çîlekan dajo û herwiha bera wê jî pir baş e û wiha dewam kir, "Firotana wê jî pir hêsan e. Em serê sibehê datînin marketên mezin û hema heta nîvro xilas dibe. Li me digerin û cardin çîlekan dixwazin ku ev yek jî nîşan dide ku piyaseya çîlekan pir baş e. Helbet cotkar jî ji ber vê yekê kêfxweş in."