27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Şemdînliya navçeya Hekariyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstên PKKyî da pevçûn derket û 5 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li Serabatîna herêma Şmedînliyê di saet 08.30yî da di navbera endamên rêxistina cihêkar û hêzên ewlekariyê da pevçûn derket
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di pevçûnê da yekê wan mêr 4ê wan jin bi tevahî 5 terorîst hatin berterefkirin, tivingeke biksî, RPH-11a rokêtavêj û 6 keleşkof hatin girtin. Tehqîqata edlî ya li ser mijarê dewam dike.
Do li heman herêmê 2 terorîstên din hatibûn berterefkirin.