Elif Orhan
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
HATAY
Li Altinozuya navçeya Hatayê di avahiyeke du qatî de teqîn çêbû, di teqînê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li avahiyeke li Taxa Altinkayayê ji ber sedemeke hêj nayê zanîn teqîn çêbû, piştî teqînê ekîbên ,tfaiye, cendirme, UMKE û Serwêsa Acîl a 112an sewqî cihê bûyerê kirin.
Di avahiyê de ji ber teqîbê xisareke mezin çêbû û hin qismên avahiyê xira bûn û ekîban di avahiyê de xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Di xebatên ku hatin kirin de cesedê 2 kesan hat dîtin. 6 kesên ku di bûyerê de birîndar bibûn jî rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr.
Ekîbên îtfaiyeyê dîtin ku ji daîreya qazanê dûman bilind dibe û xebata sarkirinê kirin.
Dozgerê Komarê hat cihê bûyerê û li avahiyê û hawirdor lêkolîn kirin. Hat ragihandin ku sedema teqînê piştî lêkolîna teknîk a ku dê bê kirin bê tespîtkirin.
Di vê navberê de ji ber teqînê di xaniyên nêzî cihê bûyerê û wesayîtên hawirdor de xisar çêbû.
Ji aliyê din ve niştecihê taxê Îsmaîl Taze daxuyaniya xwe de qal kir ku berêvarê dengê teqîneke mezin bihîstin û got ku "Em hîn bûn ka teqîn li ku çêbûye û em reviyan wir. Me pêşî birîndar derxistin. Dema em hatin her der xira bibû. Me kesên ku birînên wan xedar nînin bi derfetên xwe birin nexweşxaneyê. Ambûlansê jî birîndarên xedar birin."