12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
SÎVAS
Li Suşehriya navçeya Sêwasê kûçikê kuçeyan ku çavekî wî hêşîn yê din jî qehweyî ye, balê dikişîne ser xwe.
Atilla Îşler û hevalên wî yên ku li taxa Kemalpaşayê rûdinên, kûçik ferq kirin.
Îşler di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku cara pêşiyê ye ew çav bi kûçikekî ku rengê herdu çavên wî ji hevdu cuda ne, dikeve û wiha xeberda, "Me dizanibû ku di pişîka Wanê da çavên duceleb hene. Lêbelê di kûçikan da ev cara pêşiyê ye ez lê rast têm, qey cinsekî cûda ye. Yê ku dixwaze ji xwe ra xwedî bike bira haydar be, bêxwedî ye."