23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk û hêzên ewlehiyê li Cizîr, Silopiya, Sûr, Dargeçît, Nisêbîn û Bitlîsê di operasyonên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da di nav 8 rojan da 168 terorîst kuştin, yek jî sax girt.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hat hildan, li Cizîr, Sîlopî, Sûr, Nisêbîn û Bitlîsê operasyonên li dijî rêxistina terorê dewam dikin.
Di çarçoveya operasyonan da di nav 8 rojan da li Cizîrê 113, li Silopiya 9, li Sûrê 23, li Dargeçîtê 16, li Nisêbînê 3 û li Bitlîsê 4 terorîst hatin kuştin, li Cizîrê jî yek sax hat girtin.