11 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Mensûbên PKKya rêxistina terorî di 12 gulana sala 2016an da kamyona 15 ton teqemenî barkirî li bajarokê Durumluya ser Sûrê înfilaq kirin. Di êrîşê da 16 kesan can da û 23 kes jî birîndar bûbûn û ji ber wê êrîşê 36 zarok êtîm û 8 jin jî bî man.
Êş û kesera 16 kesên ku di êrîşa hovane da hatin kuştin hê jî ji nav dilê nas, dost û xizmên wan derneketiye. Haci Çelebî Yamanê di êrîşa da birê wî û xizmên wî hatin kuştin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Kesên dibêjin em heq û hiqûqa gelê Kurd diparêzin, bi qirkirina Kurdan va heqê wan diparêzin. Gelê Kurd qir dikin û ji wan ray dixwazin. Em vê qebûl nakin. Ez ji hemû Kurdan ra dibêjim ku bila êdî hişyar bin, çavên xwe vekin, diyar e ku evana ji kê ra xizmetê dikin. Zarokên sêwî mane hene. Ez dema li wan dinihêrim dilê min diperite. Diya wan ji wan ra dibêje bavê we tevlî apê we çûye kar. Dema ez diçim bal wan tên bal min û dibêjin apo bavê me li kê derê ma? Dema vê ji min dipirsin mîna kêrekî li min xin, Ev hêsteke pir zor e."
Fatma Yakar a ku di êrîşê da kurê wê Seyîthan Yakar û du neviyên wê hatin kuştin jî got: "Terorîstên PKKyî bi kamyona tijî teqemenî va hatin berderiyê me, kurê min bertek nîşanî wan da û li ser vê jê ra dan demançeyê. Wan û kurê min bi devê hev girtin û paşê kamyonê ji pêş mala me birin, kurê min û xizmên me dan pey wan û paşê jî ev qirqirin qewimî. Xwedê heqê me nehêle. Em bê xwedî man. Heta mirinê wê şîna me dewam bike."

- Qetlîama Durumluyê
Terorîstên PKKyî li Gênca navçeya Bîngolê kamyonek xesb kiribûn, 15 ton teqemenî lê bar kiribûn û di şeva 12 gulana sala 2016an da kamyonê anîbûn navçeya Yenîşehirê taxa Tanişikê.
Li vê derê gundî ji rewşê aciz dibin û ji şofêrê dikevin şikê, li ser vê jî dibezin hev. Ji ber ku welatiyên li wir naxwazin kamyon li gundê wan bimîne, terorîst berê qamyonê didin ser mezraya Durumliyê. Terorîstên PKKyî ferq dikin ku gundî wan teqîb dikin û wê nikaribin birevin.
Ji ber vê jî kamyona tijî teqemenî dema dikeve têketina mezraya Durumliyê tê înfilaqkirin.
Di wê teqînê da 16 gundiyên ku nedixwastin terororîst li gundê wan bimînin can dan û 23 kes jî birîndar bûn.