16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ANKARA
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat hildan, endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz ji ber ku ji aliyê bakurê Iraqê va car caran guleyan berdide herêma Derecîk, Umurlu û Kalmiş Tepeyê, hêzên ewlehiyê operasyon da destpêkirin.
Di operasyonê da bi terorîstan ra pevçûn derket. Di pevçûnê da terorîstek bi 2 keleşkof û 5 bombeyên destan va birîndar hat girtin. Leşkeran alîkariya ewil da terorîstê birîndar û ji bo tedawiyê sewqî nexweşxaneyê kir.
Di operasyonên Hakkariyê da heta niha 576 terorîst hatin bêtesîrkirin.