Türkan Tosun
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
BURSA
Li Osmangaziya navçeya Bursayê di Bazara Kayhanê da şewat derket, avahiyekî 2 qatî şewitî.
Li taxa Kayhanê li herêma Bazara Kayhanê ya dîrokî li aliyê Gokdereyê ji ber sedemeke nediyar di avahiyekî 2 qatî ya darîn da şewat derket.
Şewat di nav demeke kin da mezin bû û pekiya avahiyên li der û dorê.
Ji bo şewat bê vemirandin gelek xebatkarên agirkûjê çûn cihê bûyerê ku şewatê vemirînin.
Tîman di nav demeke kin da agir vemirand.
Avahî bi tevahî şewitî û niha xebatên sarkirinê dewam dikin.