27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di hemleya asîmanî da ya li dijî kampên PKKya rêxistina terorê yên li herêmên Zap û Avaşîn a bakurê Iraqê kozikên çekan, qadên xwespartinê, embarên çek û cebilxaneyê îmhe kirin.
Li gor agahdarkirina Serokatiya Sererkaniyê operasyonên hewayî yên dijî hedefên rêxistina terorê li bakurê Iraqê dewam kirin.
Di agahdarkirinê da hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî girtin ser kampên PKKya rêxistina terorê yên li herêmên Zap û Avaşîn a bakurê Iraqê û gelek kozikên çekan, qadên xwespartinê, embarên çek û cebilxaneyê îmhe kirin.