Zafer Fatih Beyaz
13 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan balyozên Hindistan, Malî, Hollanda, El Salvador û Nîjeryayê qebûl kirin.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê pêk hat û Balyozê Hindistanê Rudra Gaurav Shresth, Balyozê Maliyê Oumarou Maiga, Balyozê Hollandayê Alle Dorhout, Balyozê El Salvadorê Eduardo Alfonso G. Grande, Balyozê Nîjeryayê Saidu Usman Nasamu Dakingari nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Erdogan kir.
Balyozan mensûbên balyozxaneyê û ferdên malbata xwe teqdîm kirin û bi Erdogan ra wêneya bibîranînê dan kişandin.
Serokomar Erdogan paşê bi balyozan ra cuda cuda hevdîtin kir.