İrem Demir
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Îspanyayê, herwiha mijarên herêmî û kûrewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da bi boneya serkeftina Taximê Millî yê Îspanyayê di Kupaya Cîhanê da, pîrozbahî li Sanchez kir.
Erdogan di peywendiyê da diyar kir ku ew bi taybetî kêfxweşiya ku gelê Xezeyê piştî serkeftina şampiyontiyê ya Îspanyayê nîşan da, dema ku maç di nav kavilan da temaşe dikir, giring dibîne û destnîşan kir helwesta wijdanî û exlaqî ya Îspanyayê ya li ser mijara Filistînê li seranserê cîhanê bandor li dilên alîgirên futbolê kiriye.
Serokkomar Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniya Sanchez di Civîna Bilind a NATOyê ya li Enqerê da anî ziman.
Di peywendiyê da, Erdogan diyar kir ku ew ê kêfxweş bibe ku di destpêka sala 2027an de ji bo Lûtkeya di navbera Hukûmetan a Tirkiye-Îspanyayê da dîsa Sanchez li Tirkiyeyê biezimîne.
Serokomar Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Letonyayê Rinkevics axivî
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Letonyayê Edgards Rinkevics axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Letonyayê, herwiha mijarên herêmî û kûrewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da kêfxweşiya anî ziman ku li Tirkiyeyê mazûvaniya Serokomarê Letonyayê Rinkevics kir ku bi boneya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê, li Tirkiyeyê bû.
Serokomar Erdogan hêvî xwest ku biryarên di vê Lûtkeya dîrokî ya NATOyê da hatine girtin, bibe sedema xêrê.
Erdogan bibîr xist ku di vê Lûtkeya Dîrokî ya NATOyê da rihê hevpeymaniyê bi awayekî zelal hate nîşandan û diyar kir ku Tirkiye di nava NATOyê da giringiyeke mezin dide ewlehiya herêma Baltikê û di vêçarçoveyê da beşdarbûna xwe ya di vî warî da zêde kiriye.
Serokomar Erdogan tekez kir ku ew dixwaze hevkariya di navbera Tirkiye û Letonyayê da di gelek waran da, bi taybetî jî di pîşesaziya parastinê da, bêtir pêş bixe.