Orhan Onur Gemici, Mahmut Esat Pehlivan
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Peşkên ji bo milyonek û 878 hezar û 46 namzedên hecê yên ku îsal qeyda xwe rojanekirin û pêşqeydên xwe çêkirin, hatin avêtin. Namzedên hecê dê ji saet 20.00î şûnda li ser e-Devletê encaman hîn bibin.
Bi beşdariya Safî Arpagûşê Serokê Karûbarên Diyanetê û namzedên hecê va li Salona Konferansê ya Serokatiyê peşkên hecê yên ji bo sala 2027an hatin avêtin.
Peşk li ser kompûterê û li hizûra noterê hatin avêtin. Her wiha peşk ji bo milyonek û 878 hezar û 46 namzedên hecê hatin avêtin ku jê 252 hezar û 708 kesî îsal serlêdan kirin, jê milyonek û 625 hezar û 338 kes jî ew namzed in ku qeydê wan berê hene û îsal rojanekirin.
Namzedên hecê û merivên wan ên li salonê peşkavêtin şopandin, gava dîtin ku navê wan di peşê da derket, hestiyar bûn.
Encamên peşkê ji saet 20.00î şûnda li ser e-Devletê dê eşkere bibin.
Welatiyên ku di peşkê da navê wan derket û mafê qeydê bi dest xistin, ji 30ê Tîrmehê roja Pêncşemê û pê va heya 18ê Tebaxê dê bikaribin li ser e-Devletê qeyda xwe çêkin.