Ceren Aydınonat, Emre Doğan
01 Mijdar 2026•Rojanekirin: 01 Mijdar 2026
Maratona Stenbolê ya 48emîn a Bankeya Kar (Îş) a Tirkiyeyê dest pê kir.
Ev maratona ku cara 48emîn e tê lidarxistin, "Maratona tekane ya reva navbera parzemînên dinyayê ye" û Yekîtiya Atletîzmê ya Dinyayê ev maraton kiriye nava kategoriya "Gold Label"ê.
Maraton bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê lidarxistin û di saet 09.00î da li ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê dest pê kir.
16 jê jin û 27 jê mêr bi tevahî 43 werzişvanên elît beşdarî maratonê dibin. Di pêşbaziyê da 42 kîlomêtre, 15,5 kîlomêtre, reva sazûmanî, reva gel û pêşbaziya sendeliyên bi teker wê werin kirin. Pêşbaziya 42 kîlomêtreyî wê li Meydana Sultanahmetê kuta bibe.
Bi tevahî 45 hezar û 679 kesan seba maratonê qeyda xwe da çêkirin.
Werzişvanên ku di pêşbaziyê da bibin yekemîn wê her yekî 50 hezar dolarî qezenc bikin. Di hemû kategoriyan da wê bi tevahî 12 milyon lire xelat were belakirin.
Ji bo maratonê rê û parkur ji trafîkê ra hatin girtin, rêyên girtî wê di saet 15.30î da cardin vebin.