Halife Yalçınkaya
11 Tebax 2026•Rojanekirin: 11 Tebax 2026
Li Îmranliya navçeya Sêwasê minîbusek welgeriya û 7 kes tê da birîndar bûn.
Minîbusa ku Zekî Bulbul (48) diajot û plaqeya wê 03 AEE 222 ye, li Îmranliya navçeya Sêwasê di rêya D-200î da li texma gundê Karabogazê welgeriya.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û Lêgerîn û Xelaskirina Îmranliyê (ÎMAYKUT) sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da şofêrê minîbusê û Yasîn (52), Eyup (24), Murat (19), Sedef (49), Evîn (12) û Zehra Bulbul (22) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îmranliyê.