Günay Nuh
06 Îlon 2026•Rojanekirin: 06 Îlon 2026
Li Posofa navçeya Erdexanê, zîpik û barana gur bû sedem ku li ser rêyên gundan zirar çêbe.
Li navçeyê ji ber barana gur a ku du roj in dewam dike hin cih di bin avê da man, li ser rêyên hin herêman da jî zirar çêbû.
Li herêma Alkoyê ji ber ku baranê gur kir, rêya ku gundên Alkoy û Yenîkoyê bi hev ra girê dide hilweşiya.
Ekîbên Rêvebiriya Taybet a Bajêr ji bo çêkirina rêyan dest bi xebatê kirin.