Rıdvan Korkulutaş
08 Îlon 2026•Rojanekirin: 08 Îlon 2026
Li Bîngolê di operasyonan da 5 hezar û 176 serî kirkirk hat bidestxistin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di navbera 28ê Tebaxê û 4ê Îlonê da ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ya Asayîşê, Midûriyetên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê (TEM), Qaçaxçîtî, Narkotîk û Sûcên Sîber û her wiha fermandariyên cendirmeyan ên navçeyan va operasyon hatin kirin.
Di van operasyonan da midaxele li 29 bûyeran hat kirin.
Di operasyonan da 5 hezar û 176 serî kirkirk, 430 gram esrar, 20 lître araqa etîl, 8 lître araq, 104 kîlogram titûn, 5 hezar û 980 cixareyên hatine pêçan, 2 demançe, 2 çekên lûledirêj, 5 tivingên nêçîrê, 12 şarjor û 560 fîşeng hatin bidestxistin.
Der barê 37 şikbarên ku hatin girtin da li ser telîmata dozgerê komarê karên edlî hatin destpêkirin.