Alper Şaşmaz
28 Îlon 2026•Rojanekirin: 28 Îlon 2026
Tê pêşbînîkirin barana gur a li rojhilatê Marmarayê dibare, wê bişev jî dewam bike.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê pêşbînîkirin barana gur a ku li rojhilatê Marmarayê dibare, piştî şevê wê li Stenbol, Bursa, rojavayê Kocaeli û Yalovayê dem demî zêde bibare.
Tê payîn deverên bilind di serî da, li derdora Sakaryayê û li başûr û rojhilatê Kocaeliyê jî car caran bi awayekî xurt wê dewam bike.
Li hemberî lehî, birûsk, hezaz û astengiyên di hatin û çûyînê da hişyarî hat dayîn ku welatî bi baldar û tevdîr bin.