Hasan Hüseyin Kul
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Navenda Kordînasyona Afatê (AKOM) ya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê (ÎBB) ragihand ku li bajêr sibê dibe taviya baranê ya gurr û bi birqetav bi tesîr be.
Li gorî daxuyaniya AKOMê, tê payîn ku Stenbol di serî da, li tevahiya Herêma Marmarayê pêla hewaya hênik û baranê ya di ser Balkanan ra tê, bi tesîr be.
Tê payîn, sibê di navbera saet 08.00 û 18.00an da taviya baranê ya gurr û bi birqetav li herêmên cuda yên Stenbolê tesîra xwe nîşan bide û serê metrekareyê di navbera 10 û 20 kîlogramî da şilî bibare.