İrem Demir
21 Hezîran 2026•Rojanekirin: 21 Hezîran 2026
Ciwanên ku li dervayî cihê bernameya ku ji bo pîrozkirina 30emîn salvegera avabûna Weqfa Xizmeta Ciwanî û Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) tê lidarxistin sekinîn, Roja Bavan a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê, piştî bernameya ku li Navenda Kongreyê ya Haliçê hat lidarxistin, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Abdullah Ozdemir bi tiliya xwe va ciwanên ku li benda Serokomar Erdogan bûn nîşanî wî da.
Ozdemir ji Serokomar Erdogan ra got ew dixwazin Roja Bavan pîroz bikin.
Li ser vê, Serokomar Erdogan hat li cem ciwanan û bi wan ra axivî.
Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Abdullah Ozdemir û jina wî Nîhal Ozdemir Roja Bavan a Erdogan pîroz kirin û wêneyekî taybet a ku ji bo wî hatiye amadekirin wek diyarî dan wî.
Di wêne da wiha hatiye nivîsîn "Xwedê kir Erdogan heye" û "Îro bi milyonan ciwan, ji bo wan şevan spas dikin".
Ji bilî wê, di wêne da gotineke Esra Erdogan Albayraka qîza Erdogan ya ku nivîseke berê ji bavê xwe ra nivîsiye û li ber deriyê wî hiştiye jî heye.
Erdogan di hevpeyvînekê da behsa wê nivîsa qîza xwe kiribû û gotibû dema ew ji ber xebatên siyasî gelekî dixebitî qîza wê ew nivîs daniye li ber deriyê wî û wiha gotiye: "Bavo, şeveke xwe jî ji bo me veqetîne."
Serokomar Erdogan ji ber hevdîtina bi ciwanan ra hestiyar bû, bi wan ra sohbet kir û wêne da kişandin.
Serokê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê Yusuf Îbîş û Serokê Bajêr ê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê Nevzat Yuce jî di civînê da amade bûn.