Haydar Şahin
15 Adar 2019•Rojanekirin: 15 Adar 2019
Serokomar Erdogan: "Her derê te bombe be çi ye. Tu çûyî û te Misilmanên mesûm yên îbadet dikirin ji xwe ra kirin hedef. Te ew dan ber guleyan. Bêexlaq û bêbext te rêya herî rehet da ber xwe."
"Derkevin bi mêranî bêjin kê bi kê ra îtifaq kiriye, kî piştgiriyê dide namzedê kê, kî di lîsteya meclisa şaredariyê ya kê da namzedan nîşan dide."
Serokomar Erdogan ji bona îdiayên der heqê Mansur Yavaş da wiha got: "Hemû belge derketin meydanê, êdî tiştekî veşêrin nemaye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir di êrîşên terorê yên li Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin da 3 Tirk birîndar bûne.
Erdogan bo êrîşên terorên yên li Zelandaya Nû da wiha got: "Ev kujer daxuyaniyek belav kiriye, tê da tevî hemû Misilmanan dewlet û gel û şexsê min jî ji xwe ra dike hedef."
"Bawerî, netewe û meşreba wan çi dibe bira bibe em ê li dijî kuştina mirovên bêguneh heman helwesta xwe nîşan bidin."
"Ew dizê li ser serê Îsraîlê, ew ê tê darizandin, ew Serokwezîrê ku ji ber her gendelîtiyê tê darizandin, kurê wî jî di twîteke xwe da dibêje 'Stenbol paytextê Bîzansê ye û bajarekî Xiristyan e' Hey bêexlaqo we tevahiya Filistînê dagir kiriye."
"Netanyahu zalim e. Heke dinya li welatekî zilmê bigere, ew welat Îsraîl e, li dewleta terorê bigere, ew jî Îsraîl e."
"Wekî Misliman em ê tu carî çokvenedin lêbelê em ê tu carî danekevin asta van bêbextan jî."