Ekip
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Yildirim Bînalî Yildirim, der barê geşedanên li Tirkiyê rû dan wiha got: "Her kes bila ji vê emîn bibe ku Tirkiyeya îro ya ji duh xurttir e. Tirkiyeya sibê jî wê ya îro xurttir bibe. Îro em 17emîn aboriya herî mezin a dinyayê, 6emîn aboriya herî mezin a Ewropayê ne. Ya herî girîng jî ew e ku em welatekî wisa ne ku him temînata aştiya kurewî û hîm jî temînata aştiya herêmî ne. Ji bêyî Tirkiyeyê ne ewlehiya Ewropayê û ne jî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn mimkun e."
Yildirim, di vekirina 13emîn Fûara Pîşesaziya Berevaniyê ya Navneteweyî de ku li Navenda Kongre û Fûaran a TUYAPê hat lidarxistin axivî. Yildirim got fûar ji sala 1993an vir ve wek organîzasyoneke serkeftî dewam dike.
Em çawa girîngiyê didin ewlehiya sinorên xwe
Der barê ewlehiya sînorî de Yildirim dest bi axaftina xwe kir û wiha got:
"Em çawa girîngiyê didin ewlehiya sinorên xwe, yekîtiya axa xwe û ewlehiya mal û canê xwe, em dixwazin dewletên din jî di nav ewlehî û aramiyê da bin. Em polîtîkaya xwe ya ewlehiyê li ser parastina însan û heyatê ava dikin. Em ewlehiya welatê xwe pêk tînin û di heman demê da himbêza xwe ji bi milyonan mexdûrên şer ra vedikin. Ev rastî û fedakriyeke mezin e divê hemû mirovahî bibîne."
Serowezîr Yildirim, bal kişand ser hewandina penaberan ji aliyê Tirkiyeyê ve û wiha agahî da: "Li gor qeydên Neteweyên Yekbûyî, welatê ku herî zêde penaber lê hene Tirkiye ye. Ne tenê di warê alîkariyên însanî da, di warê têkoşîna terorê da jî em bi hemû dostên xwe va li ser tevkariyê polîtîkayekê dimeşînin. Em bi tu awayî bi sempatî li tu rêxistinên terorê nanihêrin, yên ku bi sempatî li rêxistinên terorê dinihêrin jî em wan xweş pêşwazî nakin."
Li ser girîndayina Tirkiyeyê bo kesên zana û pispor jî Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Ji bo demokrasiyê, aştiyê, aramiyê û edaletê hewcedariya mirovên wêrek û zanistan heye. Wek Tirkiye em her tim dibêjin ku divê em him ewlehiya xwe û him jî ewlehiya yên din biparêzin. Polîtîkayên me yên ku jiyana mirovan diparêze ji vê pêk tê. Tişta ku em ji bo ewlehiya xwe dixwazin, di rastiyê de em ji bo her kesî dixwazin. Çawa ku em ji bo baweriya xwe azadiyê dixwazin, em ji bo baweriya yên din jî azadiyê dixwazin."
"Em Ajansa Fezayê ya Neteweyî ava dikin"
Di behsa xebatên teknolojî û fezayê de jî wiha got:
"Em Ajansa Fezayê ya Neteweyî ava dikin. Bi çavkaniyên xwemalî ji bo çêkirina peyka ragihandinê ya xwemalî jî xebatên me dest pê kirine. Ji bo pergalên nû yên parastinê tevlî envanterê bikin jî xebatên me dewam dikin."
Serokwezîr Yildirim li ser sîstema nû ya Serokomariyê jî sekinî û wiha peyivî: "Pergala Hikûmeta Serokomariyê ku me teze bi dengdayîna gel va anî, êdî wê li welêt bibe destpêka heyama îstiqrara domdar û îqtidara xurt. Bi vê va Tirkiye ji bêîstiqrariyên siyasî, ji îqtidarên qels ku dibin sedema nebûna otorîteyê û ji wesayetan xelas dibe. Tirkiyeyeke wiha û wê ber bi hedefên xwe va bimeşe."
Ji aliyekî din ve Serokwezîr Yildirim behsa geşedanên li Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû: "Her kes bila ji vê emîn bibe ku Tirkiyeya îro ya ji duh xurttir e. Tirkiyeya sibê jî wê ya îro xurttir bibe. Îro em 17emîn aboriya herî mezin a dinyayê, 6emîn aboriya herî mezin a Ewropayê ne. Ya herî girîng jî ew e ku em welatekî wisa ne ku him temînata aştiya kurewî û hîm jî temînata aştiya herêmî ne. Ji bêyî Tirkiyeyê ne ewlehiya Ewropayê û ne jî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn mimkun e."
"Divê em salên badilhewa derbas bûne telafî bikin. Divê em ji bo talûkeyên naxweyî û derveyî tevdîran hildin û di heman demê da ji bo binesazî, aborî û refah, hizûr, biratî û aramiya gelê xwe çi gav hewce bikin biavêjin."
Bi mijara têkoşîna li dijî terorê de jî wiha nirxandin kir:
"Yek ji sozên ku me daye gelê xwe ew e em terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxin. Di vê rêyê da têkoşîna me bi biryardarî dewam dike. Hêvî dikim di demeke kurt da li çar aliyê Tirkiyeyê teror bê kontrolkirin û vejen û çavkaniyên dewletê ji bo pêşketin û veberhênan û ji bo îstixdamê bên emilandin."
"Niha em dikevin serdemeke nû. Di vê serdemê da êdî karê me; zêdetir hilberîn, zêdetir îstixdam, zêdetir îxracat û zêdetir refah e. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêmê pêdiviyek e. Tirkiye ji aliyekî va her tiştî ji bo aştî, aramî, biratiya gelê xwe dike, lê di heman demê da ji bo paşeroja dost û birayên me, ji bo peydakirina ewlehiya wan, wê her cure piştgiriyê bê şert û merc û qeyd, di demên dijwar da jî di demên asan da jî bidomîne."