14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
TOKAT
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Asayî ya Tokatê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê têkoşîna dijî FETOyê da wiha got: "Bi tevdîrên ku ev çend sal in em distînin va em bunyeya dewleta xwe ji vê hucreya qansêrê ya nehênî paqij dikin. Dem û dezgehên dewleta me çiqas ji xaşxaşiyên FETOyî tê paqijkirin, hemd ji Xwedê ra êdî ewqasî jî em di her warî da bihêztir dibin."
Erdogan diyar kir FETOyî ji bona menfeet û berjewendiyên xwe her guneh û bêbextiyê dikin wiha xeberda: "Delkbazê li Pensilvanyayê ji bona azweriya xwe ya şexsî misilmanan sor dike û taqiye, derew û buxtanan pîroz dike û ji xwe ra bawerî û dînekî nû ava kiriye. Endamên vê rêxistinê hin ji wan bi dolerekî û hin ji wan jî bi 50 hezar dolarî rihê xwe firotine û ji bona menfeet û berjewendiyên xwe her guneh û bêbextiyê dikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê operasyona Efrînê da wiha got: "Çawa ku em di nava sînorên xwe da nahêlin rêxistina terorê ya cudaxwaz çavên xwe veke, herwisa jî em bibiryar in ku emê li dervayî sînorê xwe jî di heqê van da werin. Di rojên pêşiya me da înşelah, emê operasyona paqijkirina sînorê xwe yê başûr ji terorê ya ku me gava wê ya ewil bi Operasyona Mertalê Feratê va avêt, bi Efrînê va bidomînin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha peyivî: "Di vê pêvajoyê da hêviya me ya ji hevalbendên me ew e ku li gor têkiliyên me yên kevnare tevbigerin. Têgehên şirîkatiya mînak, dostanî û hevalbendiya stratejîk çiqas rast û çiqas sexte ne wê eşkere bibin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ligel her tiştî em wer bawer in ku li herêmê berjewendiyên me yên hevpar ên ligel Amerîkayê hene û herwiha em hêvî dikin ku em dikarin ligel hev tevbigerin. Ji ber ku serdem, ew serdem e ku piştevaniya Tirkiyeyê were kirin û heqê hevkariya stratejîk were dayîn. Em li bendê ne ku piştevaniya hewldanên Tirkiyeyê yên rewa bikin. Em hêvîdar in ku dostê me wê di mijareke ku ji bo me evçend hesas e û krîtîk e da helwesteke ku li wan tê nîşan bidin. Ez hêvîdar im ku ev hêz wê di operasyona Efrînê da rê nedin şaşiyeke wisa û li rexê refên rêxistina terorê xuya nebin."