Önder Beyter
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 04 Mijdar 2019
Serokê Enstîtuya Dinyayê ya Zanîngeha Kolombiyayê Prof. Dr. Jeffrey Sachs diyar kir ku divê ji bo biryarên astengkirinê yên ku li Amerîkayê hatin rojevê ku li dijî Tirkiyeyê bên wergirtin, rêyeke erênî were dîtin û wiha got, "Tengavkirina Tirkiyeyê bi temamî fêmkirineke xelet e."
Sachs di daxuyaniya xwe ya di TRT Worldê da mijarên wekî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê, avakirina "Navçeya Aram" li bakurê Sûriyeyê û "Projeya Bêzibil" nirxandin.
Sacks got ku di tedbîrên cezayî yên ku Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê wergirtin da divê ji bo pêşerojê rêyeke erênî were dîtin û wiha dewam kir, "Amerîka, 'Em ê bi serê xwe astengkirinan bisepînin û herkes jî divê vê yekê bi cih bike' dibêje. Tengavkirina Tirkiyeyê bi temamî fêmkirineke xelet e. Ez wê yekê dinînim ku ev helwesta Amerîkayê zirarê dide hemû bazarên îxracata Tirkiyeyê."
Sacks herwiha bal kişand ser girigiya "Projeya Bêzibil" a ku di hîmayeya jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Emîne Erdoganê da tê meşandin kir û wiha got, "Di warê tenduristî û xwezaya me da em bi rîskên pir cidî ra rûbirû ne. Xanimefendiyê ji ber vê çendê ji bo Tirkiyeyê ev proje da destpêkirin. Teşebisa Emîne Erdoganê ya 'Bêzibil" serkariyeke pir nuwaze ye. Li zanîngehên teknîkî yên nuwaze yên Tirkiyeyê digel endazyarên xwe yên jêhatî îradeyeke xurt heye ku vê kêşeya zibil û pirsgirêka jîngehê çareser bikin. Ez hejmetkarê vê serkariyê me."
Prof. Dr. Jeffrey Sachs du caran ket lîsteya "100 serkirdeyên dinyayê yên herî bibandor" ya kovara Timeê û 28 dereceyên fexrî wergirtin. Dîsa li gorî anketeke The Economistê Sachs ji sê aborînasên herî bibandor e ku li heyatê ne.