Elif Orhan
12 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte got ku NATO divê wek platformeke siyasî rola xwe winda neke.
Serokwezîr Conteyê mazûvan li Villa Doria Pamphiliya li Romayê Merkela hemtaya xwe ya Alman ezimand û pê ra şîv xwar. Herdu serokan beriya xwarinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Conte girîngiya NATOyê destnîşan kir û wiha axivî:
"NATO ji bo me hê jî şaxeke girîng a polîtîkaya navneteweyî ye. Lûtkeya NATOyê ya din a li Londonê ji bo ku em sefên diyaloga transatlantîk a ku gelekî hewcehiya me pê heye dê bibe firsendek. Divê em di nav yekîtiya armancê da hereket bikin. Heke hişê min şaş nebe em divê vê îtifaqa eskerî ya herî xurt a dîrokê ya herî temendirêj bi awayekî çalak bi rê va bibin. NATO divê wek platformeke siyasî rola xwe winda neke."
Conte diyar kir ku dê bi Merkelê ra li ser mijara Sûriyeyê jî biaxivin, baweriya wan bi çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê heye û wiha axivî: "Em ê li ser rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bisekinin. Pêkanîna agirbestê û têkoşîna dijî terorê girîng e. Em fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê fêm dikin, lêbelê Tirkiye divê bi berpirsyariyên Koalîsyona Têkoşîna Dijî DEAŞê û endamê NATOyê ji bo pêkanîna îstiqrara vê herêmê rol bilîze."
- Mijara koça bêdestûr û Lîbyayê
Serokwezîrê Îtalyayê qala Konferansa Lîbyayê ya ku dê li Berlîna paytextê Almanyayê bê kirin jî kir û wiha axivî: "Em ji bo ku Konferansa Berlînê ya ku armanca wê agirbesteke bilez û teşwîqkirina ji nû va destpêkirina pêvajoya siyasî ye encameke serkeftî derxîne holê bi awayeke çalak dixebitin. Alternatîfa eskerî tu çareseriyên domdar garantî nake lewma divê em çareseriya siyasî pêk bînin."
Serokwezîra Almanyayê Merkelê jî ji ber rola ku Îtalyayê di mijara Lîbyayê da hilda ser xwe spasiya wan kir û got ku li wî welatî hewcehî bi agirbestê heye.
- Ji Merkelê şîroveya Peymana Maltayê
Angela Merkelê da zanîn Ursula von der Leyena amadehî dike ku peywira Serokatiya Komîsyona Ewropayê bike daxuyanî da ku dê gelekî hesasiyetê nîşan bide mijara koçê û bi awayekî hevpar parvekirina berpirsyariyên dewletên endam, ji ber vê kêfxweş e.
Merkelê der barê Peymana Maltayê da got ku "Nûnerên Îtalyan, Fransî û Alman li Maltayê pêngava ewil qet nebe dê beşdariya welatên din ên dilxwaz pêk bîne avêtin, ez vê rast dibînim. Ev peyameke erênî ye lêbelê hê jî li Ewropayê ji bo ku belavkirina peywirê ya adil çêbe gelek tişt hene ku bê kirin."
- Ji Merkelê peyama ji bo Balqanan
Seroka Alman qala pêvajoya endamtiyê ya Makedonyaya Bakur û Abanyayê kir û wiha axivî: "Li ser Balqanan divê ji bo mizakereyên beşdariya YEyê ya Makedonyaya Bakur û Abanyayê stratejiyeke me ya baş hebe ku em pêşva bibin. Heke ne li vir valahiyek çêbe dê kesên din vê valahiyê dagirin."