03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "Serokê Giştî yê partiya muxalefeta sereke di axaftina xwe ya îro da dibêje ku '15ê Tîrmehê hewldana derbeyeke bikontrol e.' Tu çi dibêjî birayê min? Hewldana derbeya bikontrol çi ye? Ma ev li hemberî şehîdên me ne heqaret e, êşandina xizmên wan nîne? hednezanîna li hemberî xaziyên me nîne? Hewldana derbeya bikontrol tê çi wateyê? Anku 'Hin kesan ev derbe bi taybetî sêwirandin, bi firokeyan bordûman kirin, tang, tiving û çekên giran derketin û gule li gel reşandin, ev jî hin kesan kir.' Yê ku bi îdiayeke wiha derdikeve pêşiyê, berpirsyar e ku îdiaya xwe îsbat bike. Kes nikare heqaretî vî miletî bike. Vî miletî destanek nivîsiye."
Serokê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "Em bi roj û şev xebitîn û me bi MHPyê ra muzakere kir û wisa amade kir. Li Meclisê mehekê hat axaftin, her hûrgulî hat nîqaşkirin. CHP li wir şûna ku biaxive, kulm dan xeberdan, kursî dagir kirin. Niha jî li qadan teqlîda berxan dike. Hêrs nabe, bersiv nade, hewl dide bide jibîrkirin. Dixwaze sicîla xwe ya berê serast bike. Ma ne efûya sicîlê tê. Emê efûya sicîlê piştî 16ê Nîsanê ji CHPyê ra bikin. Em hinekî jî bişopînin, vî halê wê yê baş em hinekî jî temaşe bikin."