BURSA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser têlefonê bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas û Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Xalid Meşal re axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin bidestxistin, Davutoglu di axaftina xwe ya li ser têlefonê de ji Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas re got ku hemû mislimanên li Tirkiyeyê ji bo Filistîn û Mescida Eqsayê dia dikin.
Di axaftinê de li ser xebatên ku navneteweyî dewam dikin hat axaftin û Davutoglu diyar kir ku Tirkiyeyê di hemû platformên navneteweyî de piştgiriyê bide doza Filistînê.
Davutoglu diyar kir ku yê ji îro şûn de jî wek berê doza Filistînê biparêze.
Davutoglu di axaftina xwe ya bi Meşal re de jî li ser bûyerên li Mescida Eqsayê axivî. Meşal diyar kir ku piştgiriya gelên Tirkiyeyê ji bo wan zehf girîng e û ji bo daxuyaniya ku duh dabû jî ji Serokwezîr Davutoglu re sipas kir.
Hat ragihandin ku Davutoglu li ser têlefonê bi Meşal û Ebas re li ser bûyerên dawiyê û rewşa niha axivî.