Şeyma Güven
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
ANKARA (AA) - Ezmûna navendî ya di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo xwendekarên pola 8an li dar dixe, sibe wê bê kirin.
Ji bo ezmûna navendî milyonek û 22 hezar û 658 xwendekarî serîlêdan kir. Ezmûn dê di nava welêt da li 4 hezar û 244 avahiyên, li 81 parêzgeh û 920 navçeyan, li dervayî welêt jî li 8 welat û 11 navendên ezmûnan bê kirin.
Xwendekarên ku mecbûrî beşdarbûna ezmûnê nîn in, ewê bi pergala bicihbûna xwecihî, li lîseyan bi cih bibin.