Selma Kasap
11 Îlon 2022•Rojanekirin: 12 Îlon 2022
Nêzî 19 milyon xwendekarên dibistanên seretayî û yên navîn û 1,2 milyon mamoste îro dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2022-2023yan kirin.
Xwendekarên ku îsal dest bi pêşdibistan û pola yekem a dibistana seretayî dikin, di 5-9ê îlonê da dest pê kiribûn ku hînî dibistanê bibin. Xwendekarên dibistana navîn û lîseyê îro dest bi perwerdeya hînbûnê kîrîn û wê heta 16ê îlonê hîn bibin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di çarçoveya amadehiya sala perwerde û hîndekariyê ya 2022-2023yan da digel pirtûkên dersê yên bê pere, 136 milyon pirtûkên alîkariyê jî gîhandin xwendekaran.
Li dibistanan 60 hezar personelên paqijiyê jî hatin wezîfedarkirin. Di çarçoveya amadehiya sala perwerdeyê da ji dibistanan ra 3,1 milyar lire budçe hat şandin.
Her wiha îsal 1450 pêşdibistanên nû û 10 hezar û 200 polên pêşdibistanê hatin vekirin. Wezaret plan dike ku heta dawiya salê ji 3 hezarî zêdetir pêşdibistanan veke.
Di çarçoveya xebatên veguherandina navendên jiyanê yên dibistanên gundan ên ku nayên xebitandin da nêzî 800 navendên jiyanê yên gundan hatin vekirin. Heta dawiya salê jî tê plankirin ku 6 hezar û 970 navendên jiyanê yên gundan vebin.
Di çarçoveya Projeya Dibistanên Bê Pirtûkxane wê Nemînin da 16 hezar û 361 pirtûkxane hatin çêkirin û jimara pirtûkên pirtûkxaneyan derketin 80 milyonî.
Îsal di 1ê îlonê da 20 hezar mamosteyên din jî beşdarî perwerdeyê bûn.
Betlaneya navberê ya ewil wê di navbera 14-18ê mijdarê da were kirin. Ji bo xwendekaran betlaneya nîvê ewil di navbera 23yê rêbendan-3yê sibata 2023yan da ye, nîvê duyem jî di navbera 17-20ê nîsana 2023yan da ye. Heyama perwerde û hîndekariyê wê di 16ê hezîrana 2023yan da kuta bibe.