Necmettin Karaca
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Rêwîtiya berovajiyî herka avê ya masîkefalên Gola Wanê berdewam e ku di werzê xerzdanînê da koçî avên şêrîn dikin.
Masîkefalên Gola Wanê her sal di serdema derdora 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da berê xwe didin avên şêrîn ên diherikin Gola Wanê, berovajiyê herka avê diçin û xerzên xwe datînin cihên di nava ava şêrîn da.
Ekîbên Fermandariya Koma Gola Wanê ya Ewlekariya Qeraxan, Midûriyeta Ewlekariyê, Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê û her wiha gundparêz ji bo parastina masiyên di rêwîtiya lihevzêdebûnê da xebatê dimeşînin.
Ji aliyekî din va kesên diçin ziyareta Parqa Siruştî ya Masîkefalan a li navçeya Erdîşê, dibin şahidê rêwîtiya dijwar a masîkefalan.
Wênehez jî têkoşîna dijwar a masîkefalan a di rêwîtiya berovajiyê herka avê da û her wiha qaqlîbazên ku ji bo têrkirina zêkê xwe, masîkefalan digirin, dikişînin.
Îzzet Batmazê endamê Komeleya Hunera Wêneyê ya Wanê diyar kir ku wan îsal koça bêhempa a masîkefalan qeyd kir.