Hüseyin Yıldız
21 Tebax 2024•Rojanekirin: 22 Tebax 2024
Li Îdirê otobêsa rêwiyan ji rê derket û li darê xist. Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 2 jê giran 14 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku Huseyîn Safa (59) diajot û plaqeya wê 61 S 2150 ye, li ser rêya Îdir û Tuzlucayê, texma gundê Çalpalayê ji rê derket û li darê xist.
Li ser êxbarê îtfaiye, polês, cendirme û ambulans sewqî cihê qezayê kirin.
Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 2 jê giran 14 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.