Orhan Sağlam,Sıraç Karadeniz,Berfin Sidar Aşit,Özkan Bilgin
17 Sibat 2026•Rojanekirin: 18 Sibat 2026
Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê di veguhestinê da tengasî çêbûn.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 8 cih û waran girtî ye.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Li navçeya Gurpinarê mijeke zêde derket. Li navçeyê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û ajokaran zehmetî kişand.
Her wiha li Şemzînana navçeya Hekariyê jî xebatên vekirina rêya herêma baregehê ya li gundê Kayalarê berdewam in.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li devera ku stûriya berfê cih cihan ji 3 metreyî zêdetir e, zehmetî kişand.
Xebatên berfê yên li devera çiyayî bi dronê hat kişandin.
Li Bidlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya cih û warekî girtî ye. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebata vekirina rêya girtî da destpêkirin.