Eşber Ayaydın
27 Tebax 2021•Rojanekirin: 28 Tebax 2021
Li Şanliurfayê Hanîfî Taşkiranê nalbûr ji bo gerê çû parkê û li parkê rovîyek dît. Hevaltiya Taşkiran û rovî merivan şaş û metel dihêle.
Taşkiran ji vir mehekê berê ji bo bimeşe çû parkê û li wê derê 3 rovî dîtin û dest bi şopandinê kir. Taşkiran êdî xurek ji wan ra bir û bi rovîyekê ra têkilî danî. Taşkiran bi destê xwe xurek da roviyê navê wî danî "Çilo" û pê ra lîst. Taşkiran dîmenên dema lîstikê kişand û li ser medyaya civakî weşand. Li ser vê şopînerên wî gelekî ecibandin.
Hanîfî Taşkiran daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ber êvarê ji bo xurekê bide rovî diçe parkê û wiha pê da çû: "Heywaneke bêzirar e, ji destê min xurekê dixwe. Dema xurek dixwar destê min dalêst û hilpaskî çokên min bû. Hema bêje her şevê em li vê derê tên ba hev. Ez dibêjin "Çilo" bang dikim û tê cem min."
Taşkiran ji welatiyan xwest ku bira zirarê nedin roviyan.
Hanîfî Taşkiran got hetanî îmkana wî dest bide ew ê ji bo dîtina Çilo her şevê were parkê.