Önder Beyter
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê sir û seqem li kuçe û kolanan bû sedema çêbûna cemedê.
Li bajarê ku li hêla wê ya bakur destê sibehê mij çêbû, bi baniyê hin avahiyan va şembelûk daliqîn.
Xebatên ekîbên şaredariyê yên li ser kuçe û kolanan didomin.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sir û serma Çemê Kûrayê ku ji navenda bajêr ra derbas dibe, qerimî.
Li bajêr daran qiravî girt, kanî qerimîn û her wiha esnaf jî qût da çivîkên ku di sermayê da xwarinê bîter nakin.
- Qers
Li bajarê Qersê yê ku germahî heta 16 pileyan daket binê sifirê, rûyê çem û bendavan cemed girt.
Her wiha li bajêr şembelûk bi baniyên avahiyan daliqîn û ji bo ku serma neke, hin kesan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
Li bajêr ekîbên şaredariyê cemeda li ser peyarêyan verot.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber serma û mijê ajokarên li ser rêbejaya Agirî-Wanê û Agirî-Erziromê zehmetî kişandin.
Li bajêr ji ber hişkiyê camên kargehan û rûyê çeman qerimîn û her wisa darên qiravîgirtî dîmenên rengîn derxistin holê.