Günay Nuh,Aykut Temur,Leyla Morkoç,Fırat Atmaca,Selami Küçükoğlu,Cüneyt Çelik
04 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2022
Li Errzirom, Erdexan, Agirî û Qersê berf dibare û hewa sar e.
Li Erziromê germa hewayê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan, camên wesayîtan qeşa girt, nebatên park û baxçeyan qiravî girtin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 15 santêm hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî li deverên bilind berf barî.
Ekîbên rêbejayê ji bo ku berf nebe qeşa dixebitin û hişyarî dan şofêran ku ew başdar bin.
Li ser rêya Erdexan-Damalê taca Ilgarê berf zêde barî.
Li navçeya Goleyê jî li cihên bilind berf, mij û dûman heye.
-Agirî
Li Xamura navçeya Agiriyê li cihên çiyayî berf barî û hewa sar bû.
- Qers
Li Qersê baran ku duh barî paşê vegerande berfê.
Li cihên bilind her der çîl spî bû.
Ekîbên rêbejayê xebitîn ku rê neyên girtin.