İsmail Hakkı Demir,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Abdullah Söylemez
05 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2022
Li Qersê berf dibare, li Erzirom, Erdexan û Agiriyê jî hewa sar e.
Li Erziromê germa hewayê bişev 2 pile di binê sifirê da hat pîvan, golên piçûk ên ser Çiyayê Palandokenê gerimîn.
Deverên bilind ên bajêr di binê berfê da man, serê sibehê jî cî bi cî mij çêbû.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 13 santêm hat pîvan.
- Erdexan, Qers, Agirî
Li deverên bilind ên Erdexanê berf barî, ji ber sir û sermayê cemed çêbû.
Li Qersê jî du roj in bi navber berf dibare.
Bajêr di binê berfê da ma, welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.

Ekîbên şaredariyê rê xoyê kirin.
Li navçeya Sarîqamişê jî mij çêbû, mesafeya pêşdîtinê heta 20 mêtreyan kêm bû.
Dar û berên navçeyê qiravî girtin, ekîbên rêbejan rê xoyê kirin.
Zarokên ku bi berfê şa bûn jî li baxçeyê dibistanê lîstik leyîstin.
Li Agiriyê jî serma çêbû û çil ê çiya di binê berfê da man.