İbrahim Atmaca
27 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa hewayê di binê sifrê da bi 3 pileyî va li Qers û Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û kêmewrayî derbas bibe.
Li gor texmînê germa hewayê ya li herêmê wê di navbera 2 û 4 pileyan da ji şertên demsalê zêdetir bibe.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 3 pileyî va li Qers û Erdexanê hat pîvan.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Agiriyê di binê sifirê da pileyek, li Erziromê pileyek, li Îdir û Erzincanê 5, li Tunceliyê 6 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 26, li Îdir û Erzincanê 23, li Agirî û Qersê 20, li Erziromê 19 û li Erdexanê 18 pile tê payîn.