Hakan Sarı
03 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2021
Li Ozalpa navçeya Wanê şewata li malekê bi destê ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.
Li Taxa Kirçaliyê welatiyên çav bi dûmana ku ji mala Turgay Gunturk quloz bû ketin, xeber dan îtfaiyeyê.
Ekîbên Îtfaiyeya Ozalpê yên hatin ciyê bûyerê, midaxeleyî agir kirin û şewat di demeke kurt da temirandin.
Ji ber agir, mal bi tevahî şewitî û xirab bû.