Li Milazgira navçeya Mûşê ji ber barana gur lehî rabû û keçeke 22 salî di ro da çû û xeniqî.
Li navçeyê danê nîvro barana gumrah dayê û avê ser cew û robaran ra avêt û ser rêyan av golî bû.
Li gundê Bahçeyê gelek xanî û eraziyên çandiniyê di nava avê da man, lehî rabû û Nazar Karataş (22) di ro da çû.
Li ser êxbara kesên derdorê ji herêmê ra ekîbên AFAD û tenduristiyê hatin şandin.
Di encama xebata ekîban da cesedê keçika xama ji avê hat derxistin.
Qaymeqamê Milazgirê Goksu Bayram jî çû gund û tedqîq kirin.
Bayram ji welatiyan ra got ku derbasî be û seba zirar û ziyanê telîmat da yekeyan.
- Li Mûşê ji ber lehiya ku bû sedema mirina kesekê, zirar gihîşt zeviyan
Ji alîyeki din, Li Milazgira navçeya Mûşê, ji ber lehiya ku kesek di ro da çû û mir, zirar û ziyan gihîşt zeviyan.
Duh li gundê Bahçe yê 42 kîlometre dûrî navçeyê, piştî taviya baranê lehî rabûbû û zirar dabû gom, tewle, zevî û baxçeyan.
Ji ber lehiyê her wisa Nazar Karataş di ro da çûbû û miribû. Niha jî ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê û yên AFADê dê xebata tesbîtkirina ziyanan bimeşînin.
Şêniyê gund Yilmaz Vural ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, duh êvarê piştî taviya giran a baranê, lehî rabû.
Vural diyar kir, herkes seferber bû da ku Karataşa di ro da çû xilas bike û wiha dewam kir, "Me dît ku gava lehî rabû, yek di ro da diçe. Me bi îmkana xwe ji avê derxist û teslîmî ekîban kir. Xwezî ev nebûya, em pir li ber xwe ketin. Me heta niha felaketeke wiha nedîtiye. Di lehiyê da zag û zinar hatin. Ziyan gihîşt qedera 400 donim zeviyî."
Sabri Ozturkê ku zirar gihîşt zeviya wî jî wiha axivî, "Nişkêva lehî rabû. Me dengek bihîst û em revîn. Me dît ku yek di ro da diçe, em pir li ber xwe ketin. Rê jî ji ber lehiyê hatin girtin."
Mahmut Ozturk jî diyar kir ku rêyên ji ber lehiyê hatibûn girtin, bi xebata makîneyên kar hatin vekirin û her wiha got ku ew dixwazin ji bo zevî û gomên zirar dîtine jî xebat bê destpêkirin.
- Li Qersê av golî bû, li Agiriyê lehî rabû
Li Sarîqamişa navçeya Qersê ji ber barana gumrah li ser kuçe û kolanan av golî bû, li Agiriyê lehî rabû.
Li navçeya Sarîqamişê ber bi êvarê barana gumrah barî.
Li ser kolanan av golî bû, hin rogar xitimîn. Welatiyan di rê da tengasî kişand.
Li Taxa Erenlerê av ket qata bodrumê û êzingdanga du xaniyan, li Taxa Înonuyê jî avê da binê depoya mobîlyayan. Hin eşyayan zirar dît. Ekîbên Şaredariya Sarîqamişê li herêmên ku av lê golî bûn û avê da binê xaniyan, xebat dan destpêkirin.
Li navenda Qersê jî bilqetavê bajêr ronî kir.
- Li Agiriyê lehiyê zirar da eraziyên çandiniyê û rêyan
Li Agiriyê jî barana gumrah barî.
Li gundên Palandoken û Sarguçluya ser navçeya Dutaxê lehî rabû.
Lehiyê zirar da eraziyên çandiniyê û rêyên gundan.
- Li Erziromê di lehiya ku eraziyên çandiniyê û xaniyan tê da zirar dîtin da 4 kes birîndar bûn
Li Tekmana navçeya Erziromê ji ber barana gumrah lehî rabû û di lehiyê da 4 kes birîndar bûn, eraziyên çandiniyê û xaniyan zirar dîtin.
Li navçeyê du roj in barana gumrah dewam dike û hin robaran ser ra avêt.
Di lehiyê da li taxên Mollamehmet, Kayabogazi, Dalsogut û Karlicayê eraziyên çandiniyê di binê avê da man, xesar gihîşt hin xaniyan jî.
Li Taxa Dalsogutê wesayîtan di lehiyê da zirar dît, avê da binê hin xanî û kargehan.
Di du wesayîtên ku di ro da çûn da 4 kesên ku mehsûra man, hatin xelaskirin û li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Ekîbên AFAD, UMKE û ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê li herêmê xebatên xwe didomînin.