Muhammet Mutaf,Abdullah Söylemez,Hüseyin Demirci
12 Mijdar 2022•Rojanekirin: 13 Mijdar 2022
Li Erzirom, Agirî û Qersê piştî barîna berfê serma û mij tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li gorî agahiya ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li Erziromê germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Li bajêr piştî berfa ku li ciyên bilind barî, ji ber sir û seqemê camên wesayîtan qeşa girt û qiraviyê avêt ser wesayîtan.
- Agirî
Li Agiriyê jî serma û mijê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê daket, lewma ajokaran di rêyan da zehmetî kişandin. Her wisa camên wesayîtan qeşa girt.
Mij û xumama ku xwe da ser bajêr jî dîmenên rengîn derxistin holê.
Heywandar Halis Kaya diyar kir, bi hatina sir û sermayê ra karê wan dijwartir bû û wiha dewam kir, "Li memleketê me nîvê salê zivistan e. Ez pezê xwe diçêrînim. Ji ber mijê em hev nabînin."
- Qers
Li Sariqamûşa navçeya Qersê jî bi şev germahiya hewayê 7 pile daket bin sifirê û ji ber vê çendê camên wesayîtan qeşa girt û qiraviyê avêt daran.
Li navçeyê beşeke Ava Acisuyê qerimî, şivanên pezê payîzê jî ji bo ku pez biçêrînin, sermayeke baş xwarin.
Kiyas Budakê ku li navçeyê şivantiyê dike, diyar kir ji ber sir û sermayê ew di pezçêrandinê da pir zehmetiyê dikişînin.