Ömer Yıldız
07 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Li Edeneyê li ber barekê şer derket, çek û kêr hatin bikaranîn û 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan xeber hat ku li pêş bareke ser Bulvara Kasim Gulek a li navçeya Seyhanê şerê çekdarî derketiye, polês û ekîbên tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Ekîbên ku gihîştin ciyê bûyerê tespît kirin ku di nav du koman da şer derketiye û di şer da çek û kêr hatine bikaranîn.
Di encama şer da U.O, E.C.A. û Y.K birîndar bûn.
Kesên birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr û ekîbên ewlehiyê der heqê bûyerê da dest bi lêkolînê kirin.