Ahmet Dengeşik
19 Sibat 2026•Rojanekirin: 21 Sibat 2026
Li Bingolê otomobîl welgeriya, 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 23 ADL 467 a ku U.T (24) diajot li texma gundê Çavuşlarê ya rêya Bingol-Mûşê ji kontrolê derket û welgeriya.
Di qezayê da 7 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.