Li Hîzana navçeya Bidlîsê jin hiriya pez a ku li zozanan hatiye birîn, bi ûsula berê dikin rîs û pê gore, xalîçe û sicadeyan çêdikin
Şener Toktaş, Orhan Alca
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
photo: Şener Toktaş / AA
BITLIS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê jin hiriya pez a ku li zozanan hatiye birîn, bi ûsula berê dikin rîs û pê gore, xalîçe û sicadeyan çêdikin.
Li gundê Yenîcîkê ya li quntara çiyayên Hîzanê, jin serê sibê diçin zozanê pez didoşin şîrê xwe dikin satilan û hiriya wan a ku hatiye birîn jî tijî çewalan dikin û li ser pişta xwe tînin gund.
Wêne : Şener Toktaş/AA
Piştî şûştin û zîhakirina hiriyê ya li ber tavê, jin hiriyê şeh dikin û pê teşiyê dirêsin û dikin rîs.
Jin pê rîsê ku bi teşiyê hatiye ristin va jî gore, xalîçe, sicade û xurcan çêdikin.
- "Ev çandek e"
Gurbet Demira ku bi diya xwe ra hiriyê dirêse ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand karê wan serê sibê dest pê dike.
Demirê got ew hiriyê ji zozanê tînin dişon, zîha dikin û wiha axivî: "Em pê teşiyê dirêsin. Em bi hiriyê gore, sicade, xurc, nivîn, balgî û xalîçeyan çêdikin. Em pê hiriyê her tiştî çêdikin. Rêya me dûr e û em zehmetiyê dikşînin, lê bê zehmetî jî nabe. Em van tiştên ku çêdikin di jiyana xwe ya rojane da dixebitînin. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku bila hiriyê bi kar bînin. Balgî, lihêf û doşegên ku bi hiriye hatine çêkirin baştir in."
Wêne : Şener Toktaş/AA
Demirê anî ziman ew dixwazin vê çandê derbasî nifşên nû bikin û wiha dewam kir: "Carna em ji bo cihêz jî bi kar tînin. Em ji bûkan ra lihêf û nivînan çêdikin. Ev çandek e. Ez ji diya xwe hîn bûm, ew jî ji diya xwe hîn bûye. Bi zehmet e, lê em naxwazin vê çandê ji bîr bikin û hewl didin ku ew dewam bike."
Wêne : Şener Toktaş/AA
Fadîme Demirê jî got ev karekî zehmet e û wiha axivî: "Ji ber ku rê dûr e, zarokên min zehmetiyê dikşînin. Çêkirina rîs a bi hiriyê, ez ji diya xwe hîn bûm. Em bi usûla berê çêdikin."