Eylül Aşkın Akçay
02 Mijdar 2026•Rojanekirin: 02 Mijdar 2026
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, li derdora Antalyayê, paşê li navend û navçeyên wê yên rojhilatê ji danê nîvro pê va ji aliyê rojava va barana gur û tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê baran û tavî û teyroka ku li qeraxê Egeyê dibare jî wê heta danê êvarê bigihêje Îzmir, Aydin û rojavayê Balikesîrê.
Li herêmên rojavayê jî ji serê sibehê pê va tê texmînkirin ku li derdorên Îzmir, Aydin, Mugla, Çanakkale û Edirneyê û li Manîsa û rojavayê Balikesîrê cî bi cî û herêmî barana gur û tavî û teyrok bibare.
Divê welatî ji bo lehî, birûsk, zîpik, bager, li qeraxan ji bo babelîskê baldar bin û di çûyîn û hatinê da tevdîra xwe hildin.