İbrahim Atmaca
19 Nîsan 2020•Rojanekirin: 24 Nîsan 2020
Girava Axtamarayê zivistanê di binê berfê da dimîne, biharê jî di nav şînahiya Gola Wanê da bi dar û ber û kulîlkên darbehîvan va dîmenên wê yên hejmetkar dertê holê.
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da girav ji bo ziyaretê girtî ye. Piştî ku kulîlkên darbehîvan bişkivîn, giravê xemla xwe ya biharê li xwe kir.
Girav ji navçeya Gevaşê bi kelekê va 20 deqîqeyan dûrî qerax e. Çiyayê Artosê bi berfa ser xwe va dikeve hemberî giravê.
Hin wênekêşên ku xwestin vê dîmena bêhempa bikşînin, ji Walîtiyê destûr xwestin û wêneya dîroka giravê û xemla siruştî ya li giravê kişandin.